İSTANBUL
Di pêşbirka wêneyan a navneteweyî ya Istanbul Photo Awardsê ku Anadolu Agencyê (AA) li dar xist de, xelata "Wêneya Salê" dan wêneya Danîel Berehûlak ku li Lîberyayê çaxê nexweşiya ebolayê kişandibû.
Di çarçoveya pêşbirkê de wêneyên di warê nûçe û werzişê de wê bi awayekî “kit” û “rêz” bên nirxandin û di warê her kategoriyê de jî dê hersê wêneyên serketî bên hilbijartin. Ji zêdetirî 100 welatî bi 12 hezar wêneyan ve serîlêdan çêbibû.
Juriya pêşbirkê ji edîtorê wêneyên navneteweyî yê Timeyê Alice Gabriner, Xwediyê xelata Pulitzerê û Dîrektorê Navenda Wêneyan a Shangayê Liu Heung Shing, Edîtorê Wêneyan ê Kovara Sternê Harald Menk, rêvebirê Getty Imagesê Georges de Keerle, xwediyê xelata World Press Photoyê Guillaume Herbaut, peyamnerê şer ê xwediyê xelata World Press Photoyê Michel Scotto, Derhênerê Weşana Nûçeyên Dîtbarî yê AAyê Ahmet Sel û Edîtorê Wêneyên AAyê Firat Yurdakul pêk tê. Juriyê di warê “Photo of the Year 2014”, “nûçeya kit”, “rêzenûçe”, “werzişa kit”, “rêzewerziş”ê de xwediyê xelatan kifş kir.
Di çarçoveya pêşbirkê de juriyê xelata "Wêneya Salê" da wêneya ku wênekêşê awistralyayî Danîel Berehûlak li Lîberyayê çaxê nexweşiya ebolayê kişandibû.
Serokê juriyê Gabrîner got ku dema wî wêneya Berehûlak di rojnameyê de dît zehf xemgîn bû û wiha got: "Dema ku mirov li wêneyê dinêre dixwaze der barê bûyerê de zêdetir agahiyan hilde. Piştre jî jixwe hûn bi rêya wêneyê digihêjin vê çîroka dilsoj."
Gabrîner bal kişand ser wêneyên ku beşdarî pêşbirkê bûn û diyar kir ku hemû wêne zehf bi qalîte ne û got ku hemû kesên ku beşdarî pêşbirkê bûn jî di nav wênekêşên herî baş ên dinyayê de ne.
Gabrîner destnîşan kir ku îsal ev cara ewil e ku pêşbirkeke bi vî şiklî tê lidarxistin, lê dîsa jî bi qalîte ye û wiha axivî: "Li gor min ev nîşan dide ku em ê di pêşerojê de pêşbirkên baştir li dar bixin. Ji bo ku ez di nav juriyê de me, şanaz û bextewar im."
Lîû Heûng Shîng jî got ku ji bo di nav endamên juriyê de ye bextewar e û diyar kir ku wêneyên ku beşdarî pêşbirkê bûn zehf bi kalîte ne.
Di çarçoveya pêşbirkê de ji bilî xelata wêneya salê, di çar kategoriyan de xelat dan 11 wênekêşên ji 7 welatan.
8 hezar dolarê DYAyê xelat dan wêneya salê û hemû wêneyên ku di kategoriyên cuda de bûn yekemîn. Her wiha 3 hezar dolar dan yên duyemîn û hezar û 500 dolarê DYAyê dan sêyemînan.
Rêhewayên Tirk bû "Sponsora Rêhewayên Fermî" ya pêşbirkê. Li ser malpera www.istanbulphotoawards.comê hemû hûrgilî û navên ku di pêşbirkê de xelat wergirtin hatin ragihandin.