Ömer Tuğrul Çam
26 Cotmeh 2022•Rojanekirin: 27 Cotmeh 2022
Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg hişyarî da Rûsyayê ku ew ji bo ku li Ukraynayê rageşiyê zêde bike bila hincetan nebîne û hişyarî da Îranê jî bila ew di şer da alîkariya Rûsyayê neke.
Stoltenberg keştiya balafir a Amerîkayê George H.W. Bush ya li Adriyatîkê ziyaret kir û li vir daxuyanî da çapemeniyê.
Sekreter Stoltenberg behsa şerê li Ukraynayê kir û got şer gihîştiye asteke girîng.
Stoltenberg got Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Putîn ji bo têkçûyînên xwe nede nîşandan li qada şer zêdetir êrîşkar tevdigere.
Stoltenberg anî ziman ku Rûsya êrîşî sivîlan û cihên sivîl dike û wiha dewam kir: "Rûsya niha jî îdiayên şaş yên ku dibêje Ukrayna amadehiyan dike ku li ser axa xwe bombeya qirêj a radyolojîk bi kar bîne. Mitefîqên NATOyê vê sûcdarîkirina bi eşkere şaş e qebûl nakin. Rûsya gelemperî tiştên ku niyet dike bike va yên din sûcdar dike. Me mînaka vê ji Sûriyeyê bigire heta Ukraynayê dît. Rûsya ji bo ku li Ukraynayê rageşiyê zêde bike bila hincetên sexte nebîne. Dinya vana ji nêz va dişopîne."
Jens Stoltenberg behsa Îranê jî kir û got di rojên dawîn da Îran alîkariya eskerî dide Rûsyayê û got divê tu welatek alîkariya Rûsyayê neke.
Stoltenberg destnîşan kir ku hin welatên NATOyê û yên Yekîtiya Ewropayê dijî Îranê mueyideyan datînin ku ew ji ber vê kêfxweş in.
Stoltenberg behsa keştiya balafir a George H.W. Bush kir û got ev keştî bi serkêşiya NATOyê ji koma tetbîqatê ya bi navê "Neptune Strike 2022"yê ra rêberiyê dike.
Ji 24 welatên NATOyê û Swêd û Fînlandiyaya hevkarên NATOyê ne ji 80 zêdetir balafirên şer, 14 keştî û 6 hezar esker beşdarî tebîqata NATOyê ya bi navê "Neptune Strike 2022"yê dibin.