Türkan Tosun
17 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 18 Rêbendan 2019
NEW YORK
Navê boksorê efsanewî Mihemed Eliyê şampiyonê dinyayê yê ku di sala 2016an da 74 salî mir wê li bajarê wî Kentuckyê bidin balafirgehekê.
Li gor nûçeyên çapemeniya Amerîkayê, Lijneya Rêvebiriya Balafirgeha Herêmî ya Louîsvîlleyê ya li ser Kentuckyê duh biryar da ku navê balafirgehê bibe "Balafirgeha Navneteweyî ya Mihemed Elî ya Louîsvîlleyê".
Lonnîe Eliya jina Mihemed Elî ji ber vê biryarê kêfxweşiya xwe anî ziman û wiha got: "Elî her çiqas welatiyekî dinyayê be jî, tu carê welatê xwe ji bîr nekir."
Lijneya rêvebiriya balafirgehê jî daxuyand ev saleke ew li ser vê mijarê dixebitin û piştî vê xebatê ev biryar hatiye dayîn.
Îro rojbûna Mihemed Elî ye, heke ew bijiya wê bûbûya 77 salî.
Ev biryar rojek beriya rojbûna wî hat dayîn.
- Mihemed Elî
Mihemed Eliyê navê wî yê beriya ku ne Misilman bû Cassîus Marcellus Clay Jr. bû di 17ê Çileya Paşîn a 1942yan da li Louîsvîlleyê hat dinyayê.
Elî di 1964an da hê 22 salî bû Sonny Lîston têk bir û Şampiyoniya Boksa Giran a Dinyayê qezenc kir. Piştî serkeftina xwe got ew bûye Misilman û navê xwe jî wek Mihemed Elî guherandiye.
Mihemed Eliyê nexweşiya parkînsonê pê ra hebû û ji bo vê tedawî dibû herî dawîn ji ber nexweşiya bêhnçikînê di nexweşxaneyeke li Phoenîxa bajarê Arîzonayê da tedawî dibû.
Elî di 3yê Hezîrana 2016an da wefat kir.