Li Moskovaya paytexta Rûsyayê di balafirgeha Vnukovoyê de balafireke taybet û wesayîteke berfpaqijkirinê li hev ketin. Di qezayê de rêvebirê payebilind ê şirketa neftê yê Totalê Chrîstophe De Margerîe û 3 kes mirin.
Balafira taybet dema ku bi şev ji balafirgeha Vnukovoyê radibû, bi wesayîteke berfpaqijkirinê re li hev qelibî. Di encama qezayê de agir bi balafirê ket û balafir şewitî.
Di qezayê de De Margerîe û 3 xebatkarên balafirê mirin.
Li gor nûçeyên ku di çapemeniyê de deketin, De Margerîe ji bo civîneke kar li Moskovayê bû.