Muhammet Kurşun
05 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 05 Berfanbar 2017
HEWLÊR
Şêwirmendê Encumeniya Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî li Iraqê Jan Kubîs civiyan.
Li gor daxuyaniya nivîskî ya li ser civînê Barzanî û Kubîs têkiliyên Hewlêr û Bexdayê û mijarên din ên rojevê hatin xeberdan.
Di hevdîtinê de Kubîs diyar kir ku Neteweyên Yekbûyî û Encumena Asayişê ya Neteweyên Yekbûyî hewlên xwe berdewam dikin da ku di zûtirîn demê de kêşeyên navbera Herêm û Iraqê çareser bibin.
Kubîs diyar kir ku ew dixwazin danûstendin di demeke nêzîk de li navbera Hewlêr û Bexdayê dest pê bike û "Destûr binemaya çareseriya hemû kêşeyan e û nabe bi tu şêweyî hêza eskerî were bikaranîn û tundûtûjî rû bide."
Mesrûr Barzanî jî bal kişand ser wê yekê ku ji bo guftûgoyê Herêma Kurdistanê hemû berpirsiyariyên xwe bi cih anîne lê Bexda wek pêwîst gavan navêje.
Barzanî wiha nirxandin kir:
"Atmosfera hilbijartinê û reqabeta siyasî ya li Bexdayê astengiya serekî ye li ber pêşveçûnan. Lê nabe ku welatiyên Kurdistanê baca vê rewşa Bexdayê bidin. Guftûgo divê zûbizû dest pê bikin û li gor nexşeyekê birêve biçin."