06 Nîsan 2017•Rojanekirin: 06 Nîsan 2017
CENEVRE
Jan Egelandê şêwirmendê Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê Sûriyeyê Steffan de Mistura, bangî DYA, Rûsya, Tirkiye û Îranê kir ku 72 saetan agirbestê pêk bînin da ku alîkariya mirovî bigihînin deverên ku li Sûriyeyê şer û pevçûn lê diqewimin.
Egeland, piştî civîna Grûba Xebata Xwegihandinê ya Mirovî ya Grûba Piştgiriya Sûriyeyê ya Navneteweyî li Ofîsa Cenevreyê ya NYyê civîna çapemeniyê li dar xist.
Egeland wiha got, "Em bangî DYA, Rûsya, Tirkiye û Îranê dikin ku derfetê pêk bînin da ku em di meha nîsan û gulanê da alîkariya mirovî bigihînin deverên ku lê şer û pevçûn hene û herwiha di bin dorpêçê da ne."