Muhammet Kurşun
05 Nîsan 2017•Rojanekirin: 06 Nîsan 2017
HEWLÊR
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, der barê nîqaşên li ser Kerkûkê de got: "Di heqîqetê de em jî eynen wek Cenabê Serokkomarê Tirkiyê dibêjin. Kerkûk bi tenê bajarekî kurdî nîne. Kerkûk bajarê kurdan e, bajarê tirkmenan e, bajarê ereban e, bajarê hemû pêkhateyên li bajêr e. Em eynen wisa difikirin."
Nêçîrvan Barzanî, di merasima bibîranîna pêyamnêra Rûdawê Şîfa Gerdî ku li Mûsilê ji ber bombeya DEAŞê hatibû kuştin, li ser bilindkirina Alaya Kurdistanê li Kerkûkê û pêşeroja bajêr axivî.
Barzanî li ser pirseke der barê meseleyê de wiha got: "Di heqîqetê de em jî eynen wek Cenabê Serokkomarê Tirkiyê dibêjin. Kerkûk bi tenê bajarekî kurdî nîne. Kerkûk bajarê kurdan e, bajarê tirkmenan e, bajarê ereban e, bajarê hemû pêkhateyên li bajêr e. Em eynen wisa difikirin."
Barzanî herwiha got:
"Niha jî û di pêşerojê de jî divê Kerkûk bibe bajarekî bihevrejiyanê ji bo hemû neteweyên di nav Kerkûkê de dijîn. Her ew neteweyên ku di nav Kerkûkê de dijîn divê biryarê li ser pêşeroja Kerkûkê bidin. Tu aliyekî din nikare li ser pêşeroja Kerkûkê biryarê bide. Tenê ew pêkhateyên li Kerkûkê dê qerara vê bidin. Ew netewe jî kurd in, tirkmen in, ereb in, xrîstiyan in. Divê em hemû bi hev re biryarê bidin."
Der barê paşeroja meseleyê de jî wiha nirxandin kir:
"Meseleya Kerkûkê ji 2003an heta îro eger em hesab bikin di rastiyê de meseleyeke ew qasî muhîm nebû. Alaya Kurdistanê her û her li wê derê hebû. Ev înfîala îro pir hat mezinkirin. Meseleya îro li Kerkûkê diqewime ji hecmê xwe pir pir mezintir nîşan didin. Ev ne meseleyeke veşartî ye. Mesela em 2014an bînin bîra xwe, dema ku DEAŞ hat Mûsilê. Dema DEAŞê Mûsilê girt, rewşa Kerkûkê ji Mûsilê gelekî xerabtir bû. Yê ku Kerkûk parast Pêşmerge bû. Pêşmergeyê Kurdistan di bin wê alayê de Kerkûk parast. Eger Pêşmerge nebûya ne Alaya Iraqê lê dibû ne jî Alaya Kurdistanê. Dê alaya DEAŞê li wir bilind bibûya. Ev rastiyek e. Eger em biçin naveroka meseleyê ev heqîqetek e. Yê ku asayişa Kerkûkê parast jî Pêşmerge bû. Îro Kerkûk ji bo milletên cuda cuda bi hezaran penaberan bûye cihê stirînê. Heta niha jî di navbera pêkhateyan de tu problemê rû nedaye. Ne di navbera kurd, tirkmen û ereb û ne jî yên din de. Em wisa dibînin. Kerkûk ne tenê bajarekî kurdî ye, erê ev rast e. Kerkûk bajarê hemû ew pêkhateyan e. Ew neteweyên li Kerkûkê dijîn dikarin biryarê li ser ayindeya xwe bidin."