Ahmet Aydın
06 Hezîran 2017•Rojanekirin: 07 Hezîran 2017
PARÎS
Hat ragihandin ku nêzîkî Dêra Notre Dame ya li Parîsê li dijî karmendekî ewlekariyê êrîş hatiye lidarxistin û dengê çekan hatiye bihîstin.
Li gorî zanyariyên rojnameya Le Figaroyê ku li ser zimanê şahidan veguhastin, karmendekî ewlekariyê ku li wê herêmê li ser kar bû rûbirûyê êrîşekê hat.
Hat ragihandin ku dengê çekan hatiye û karmendekî dinê ewlekariyê bi çeka xwe bersiv daye û êrîşkar berteref kiriye.
Ji aliyekî din ve polêsan bi mebesta ewlehiyê herêm bi temamî girt, rê nedaye ku ziyaretvanên dêrê ji wêderê derkevin.
Dêra Notre Dameyê yek ji wan cihên geştiyarî yê Parîsê ye.