Li gor raporên Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SNHR), 14 xebatkarên çapemeniyê yên li herêma şer dema wêne û dîmen kişandin di nav şer de man û mirin. 4 xebatkarên çapemeniyê jî li herêmên şer birîndar bûn.
Di raporê de hat îfadekirin ku 19 xebatkarên çapemeniyê bi destê hêzên Dewleta Îslam a Şam Iraqê (DÎŞI) ya girêdayÎ El-Qaîdeyê, 7 jî ji aliyê komên çekdar ên din ve hatin revandin. Herwiha li gor daneyên raporê avêtine ser 8 ofîsên çapemeniyê û şewitandine.
Di raporê de der barê nûçegihanên beyanî yên li herêmê hatin revandin de agahî nîne.
Nûçegihanên cîhanê Sûreyê wekî herêma herî xeternak dihesibînin.