Haydar Şahin
07 Adar 2018•Rojanekirin: 07 Adar 2018
ANKARA
Hat ragihandin ku nûnerê taybet ê Moon Jae-inê Serokê Koreya Başûr piştî hevdîtina Koreya Bakur ew ê Amerîkayê ziyaret bike.
Li gor xebera Yonhapa ajansa nûçeyan a Koreya Başûr, Chung Eui-yongê Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî yê Moon ew ê hefteya pêşiya me Amerîkayê ziyaret bike û di ziyaretê da "peyamên taybet" ên rêveberiya Koreya Bakur bide rêveberiya Amerîkayê.
Chungê ku roja duşemê li Pyongyangê bi Kim Jong-unê Serokê Koreya Bakur ra kom bûbû piştî hevdîtinê daxuyanî dabû û diyar kiribû ku Serokê Koreya Bakur li mizakereyên li ser nukleerê yên bi Amerîkayê ra erênî mêze dike, heke garantiya ewlehiyê were dayîn dikare dev ji bernameya nukleerî berde, soz dide ku di vê pêvajoyê da ceribandinên fuze û nukleerî bide sekinandin.
Herdu alî jî mitabiq mabûn ku serokên herdu welatan di lûtkeya ku dawiya mehê were lidarxistin da werin ba hev, biryar dabûn ku di navbera serokan da îstişare werin kirin û ji bo kêmkirina ragêşiya leşkerî jî xeta telefonê ya taybet were kişandin.
Hê nayê zanîn ku di naveroka peyama Chung bide rêveberiya Amerîkayê da çi heye, ji bo devjêberdana bernameya nukleerî rêveberiya Pyongyangê ew ê çi ji rêveberiya Amerîkayê bixwaze.
Rêveberiya Washîngtonê ji bo ku Koreya Bakur dev ji bernameya nukleerê berde di van demên dawîn da siyaseta zexta dîplomatîk û aboriyê bi kar tîne, berê jî di daxuyaniyên xwe da gotibû ji bo ku bi Koreya Bakur ra dest bi mizakereyên nukleerê bikin dibê di vê mijarê da îradeyê nîşan bide.
Donald Trumpê Serokê Amerîkayê piştî mitabeqeta lûtkeya di navbera herdu Koreyan da daxuyanî dabû û gotibû ku bi saya zextan va Koreya Bakur "hat asta semîmiyetê".