Nihat Kavşut
25 Gulan 2017•Rojanekirin: 29 Gulan 2017
MÛSIL
Hat ragihandin 4 gund û rêyeke stratejîk yên li rojavayê Mûsila Iraqê ji DEAŞa rêxistina terorê hatin rizgarkirin.
Li gor agahiyên çavkaniyên artêşa Iraqê hêzên Heşdî Şabî yên girêdayî hikûmetê gundên Qubbetul Wehbî, Rafiye, Rafiye el-Ewwel û Melihatê ji DEAŞê hildan.
Hat diyarkirin rêya El-Adnaniye û Beaçê digihîne hev jî hat hildan.
Wek mayîn hat destnîşankirin Hêza Polêsan a Federal a Iraqê ji herêmêrn El-Meydan û El-Faruqê ji 200î zêdetir sivîl tehliye kirin.