Nihat Kavşut
25 Gulan 2017•Rojanekirin: 26 Gulan 2017
XEZE
Weqfa Alîkariya Însanî ÎHHyê alîkariya xwarin û xurekê da feqîr û êtîmên li Xezeyê.
Mehmûd eş-Şerfayê Berpirsiyarê Têkiliyên Gel û Çapemeniyê yê Ofîsa Xezeyê ya ÎHHyê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir qederê 5 hezar koliyên xwarin û xurekê dane êtîm û feqîrên li Xezeyê.
Şerfa diyar kir wê ji bo feqîr û êtîman di meha remezanê da fitarê bidin û got ÎHHyê di nav şert û mercên dijwar da wê alîkariya xwe ya li Xezeyê berdewam bike.