İbrahim Atmaca
27 Cotmeh 2019•Rojanekirin: 28 Cotmeh 2019
Di operasyona ku li gor îdiayê Amerîkayê tê da serkirdeyê DEAŞa rêxistina terorê Ebûbekir el-Bexdadî li Îdlibê kuşt da yekîneyên Amerîkayê bi şev bi firokeyan va esker danîn û esker nêzî 4 saetan ketin pevçûnê.
Li gor ragihandina nûçegihanê AAyê yê li Îdlibê, firokeyên Amerîkayê esker peyayî bakurê bajêr kirin û cihên ku operasyon lê kirin çend kîlomêtre dûrî Kampa Tourlahayê ye. Sivîlên ku ji cî warên wan kirine, hatine xwe spartine vê kampê.
Bi şev dora saet 00.00î 8 firoke û 2 wesayîtên esmanî yên bêpîlot (ÎHA) ên Amerîkayê hatin herêmê û hedefa ku nêzî gundê Barîşayê ye saet û nîvekê dan ber guleyan.
Ji erdê va bi çekên giran va bersiv dan firokeyan.
Pevçûna ewil nêzî saet û nîvekê dewam kir û paşê firoke ji herêmê rabûn.
Nîv saet şûnda firoke paşve vegeriyan û êrîşî dewam kirin.
Wê demê ji firokeyan ûnsûrên ku li gor texmînê hêzên taybet ên Amerîkayê ne, ji firokeyan peya bûn.
Pevçûna duyemîn 2 saet û nîvî dewam kir.
Firoke piştî operasyona ku nêzî çar saetan dewam kir, ji herêmê rabûn.
Ekîbên tenduristiyê yên ku çûn herêmê, ji nûçegihanê AAyê ra ragihand ku li cihê ku êrîş lê hat kirin malek bi temamî hatiye rûxandin û hin çadirên ku li derdora malê şewitîne dîtine.
Ekîbên tenduristiyê gotin ku wan li cihê bûyerê 3 jê mêr, 3 jê jin û bi zarokekî va tevahî cesedê 5 kesan dîtin, 5 kes jî birîndar bûbûn û wan midaxaleya ewil li wan kir.
Sehaya esmanî ya li Îdlibê ji aliyê Rûsyayê va tê kontrolkirin.
Li gor nûçeyên çapemeniya Amerîkayê rayedarên Pentagonê gotibûn ku ew bawer dikin ku Bexdadî di operasyonê da hatiye kuştin, lê ji bo piştrastkirina mirinê ew xebatê dimeşînin.
Li gor nûçeyan rayedarên eskerî Qesra Spî agahdar kirin û wiha gotin, "Ew pir emîn in ku Bexdadî hat kuştin".