ÎSLAMABAD
Li Pakistanê bajarê Kuettayê hin kesên çekdar êrîş biribûn li ser qereqolê. Fermandarê Qereqolê Zûbêyr Muhîbulah di êrîşî de miribû. Nîvro di wextê nimêja cinazeyê ya Muhîbulah de çalakvanekî xwekuştinê ket nav qerebalixê û bombeya li ser xwe teqand.
Hat ragihandin ku li gor agahiyên ewilîn piraniya wan polês 38 kes mirin, ji 65an zêdetir kes jî birîndar bûn. Hat diyarkirin ku birîndar birin nexweşxaneyan û ditirsin ku jimara miriyan jî zêde bibe.
Rayedaran diyar kir ku di êrîşê de ji 8 kîloyan zêdetir madeya teqemeniyê hat bidestxistin. Rayedaran destnîşan kir ku Arîkarê Midûrê Ewlehiyê Fayaz Ahmed û gelek polêsên ku beşdarî merasima cenazeyê bibûn, di nav kesên mirî de ne.
Herêm ji hêla hêzên ewlehiyê ve hat dorpêçkirin û hêj kesî berpisyariya êrîşê negirtiye li ser milên xwe. Li Pakistanê cejn dê sibê bê pîrozkirin.