İbrahim Atmaca
08 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 09 Rêbendan 2019
KERKÛK
Parlamenterên Iraqî îdiaya ku di 2018an da Îsraîl ziyaret kirine derewand.
Parlamenterê Kerkûkê yê Meclisa Iraqê Xalid el-Mafracî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir, îdiaya ku dibêjin di 2018an da ji Iraqê 3 heyetan Îsraîl ziyaret kirine û di nav vê heyetê da ew jî heye ji binî va derew e.
Mafracî got ku ne wî ne jî parlamenterekî din par Îsraîl ziyaret kir û wiha dewam kir, "Ez ji kesên ku zilmê li birayên me yên Filistînî dikin dikarin her îftirayê bavêjin. Kesên ku bi van îdiayan bawer dikin ez metel dimînim. Tu karê me bi yên Filistînê dagir dikin û zilmê li gelê wê dikin tuneye."
Mafracî got, "Heke ku em ê ziyaretê bikin, em ê rojekê axa Filistînê ziyaret bikin û birayên me yên wê derê bibînin."
Parlamenterê Diyalayê Ehmed Cerba jî bertek nîşanî îdiayên ku wî Îsraîl ziyaret kiriye da.
"Cerba got, "Bi her tiştên ku li ser medyaya civakî tê parvekirin bawer nekin. Ez bi tu awayî neçûm wî welatî û ez ê neçim jî."
Li ser hesabên medyaya civakî yên Wezareta Karên Derva ya Îsraîlê hatibû îdiakirin ku di nav saleke dawîn da ji Iraqê 3 heyetan Îsraîl ziyaret kir.
Li ser vê yekê Alîkarê Serokê Meclisa Iraqê Hesen el-Qaabî ji bo lêpirsîna îdiayên navborî bangî Komîsyona Têkiliyên Dereke ya Meclisê kiribû.
Hatibû îdiakirin ku di nav heyetan da ji parlamenterên Iraqî Xalid el-Mafracî û Ehmed Cerba jî hebûye.