08 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 09 Rêbendan 2019
WASHINGTON
Serokê berê yê Amerîkayê Barack Obama ji bo nixumandina têkçûnên xwe yên siyasî û eskerî yên li Sûriyeyê, piştgirî da YPG/PKKyê, lêbelê ev piştgirî di nava demê da bû stratejiya bivênevê ya Amerîkayê. Wate, li ber me çîrokeke seyr heye bê ka welatekî demokratîk bi çi lewnî rêxistineke terorê ji xwe ra kiriye hevalbend.
Amerîkayê cara ewil di 2014an da li Kobaniyê alîkariya asîmanî da YPG/PKKya baskê rêxistina terorê PKKyê yê Sûriyeyê û ev alîkarî ji bo peywendiyan bû bingeh.
Serokê serdemê yê Amerîkayê Obama digel alîkariya asîmanî, paşê telîmat da ku ji asîman va çek û muhimat ji rêxistina ku li Kobaniyê ji aliyê DEAŞê hatibû dorpêçkirin, were avêtin.
Artêşa Amerîkayê di nava demeke kurt da ev alîkariya çekan ji xwe kir rûtîn, lêbelê Wezareta Parastinê (Pentagon) bo demeke dirêj ew îdia red kirin ku alîkariya çekan ji YPG/PKKyê ra diçin.
Alîkariya ku bi pêşengtiya Fermandariya Hêzên Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) bo YPG/PKKyê hat kirin, di bin kirasê hevkarekî xeyalî yê bi navê "Hevpeymana Erebî ya Sûriyeyê" da, ku ne navê wê hatibû bihîstin û ne jî dihat zanîn bê ka ji kê pêk tê, berdewam kir.
Pentagonê li ser wê yekê pêkutî kir ku ew çekên ku bi tirên ji Sûriyeyê ra hatin şandin, ne YPG/PKKyê, lêbelê ji Hevpeymana Erebî ya Sûriyeyê ra hatin şandin. Lêbelê van îdiayan ne Tirkiye û ne jî çapemeniya Amerîkayê qanî kirin.
Jixwe rojnameya New York Timesê di lêkolîneke xwe ye li herêmê da destnîşan kir ku bi tenê navê Hevpeymana Erebî ya Sûriyeyê heye û li herêmê ji xeynî YPG/PKKyê hevkarekî din ê Amerîkayê tuneye.
- Gava paravana HSD hat damezirandin, Hevpeymana Erebî ya Sûriyeyê hat jibîrkirin
YPG/PKKyê firehiya xaka ku dagir kiriye ya ku Kurd, Ereb, Suryanî û Tirkmen lê dijîn her ku çû bi alîkariya Amerîkayê mezintir kir û li ser pêşniyaza Amerîkayê bi navê "Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) rêxistineke paravan damezirand.
Piştî ku rêxistina terorê ragihand ku HSD hat damezirandin û kurtedemek bi şûnda êdî Hevpeymana Erebî ya Sûriyeyê hat jibîrkirin.
- Ji rayedarên Amerîkayê lixwemikurhatina PKKyê
Rêveberiya Amerîkayê diyar kir ku peywendiya wê ya ligel YPG/PKKyê, peywendiyeke "bimerc", "sînordar" û "berwext" e û herwiha îdia kir ku ev çek bi rêya baskê rêxistinê yê Sûriyeyê ji bo PKKyê nehatine şandin da ku li dijî ArtêşaTirkiyeyê were emilandin.
Berdevka berê ya Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê Heather Nauertê got ku Amerîka YPGyê wekî şaxeke PKKyê û rêxistineke terorê nabîne.
Lêbelê di lîsteya rêxistinên terorê ya Navenda Têkoşîna Dijî Terorê ya Neteweyî ya Amerîkayê da YPG û PYD wekî baskê PKKyê yê Sûriyeyê dihat nîşandan.
Gava AAyê li Pentagonê behsa lîsteya navborî kir, Navendê beşê der heqê YPG/PKKyê ji malpera xwe rakir.
Dîsa di rapora sala 2018an a CIAya Amerîkayê da YPG û PYD wekî şaxên PKKyê yên li Sûriyeyê dihatin pênasekirin.
Ji xeynî van hin rayedarên Amerîkayê yên li ser wezîfeyê jî der heqê YPG/PKKyê da li xwe mikur hatin.