Parlementerên tirkmen û xiristiyan ên li Herêma Kurdistana Iraqê biryar dan ku civînên Parlementoyê boykot bikin.
Endamên tirkmen û xiristiyanan di "Komisyona Referandum û Hilbijartinê ya Bilind a Kurdistanê" de nehatin temsilkirin û ev jî bû sedema bertekan. Parlementerên tirkmen û xiristiyanan îro daxuyaniya çapemeniyê dan û eşkere kirin ku wê beşdarî civînên Parlementoya Herêma Kurdistanê nebin.
Parlementerê Eniya Tirkmenan a Iraqê Aydin Merûf daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku 9 endamên Komisyona Referandum û Hilbijartinê ya Bilind a Kurdistanê ji 5 partiyan hatin bijartin û cî nedan tirkmen û xiristiyanan.
Merûf destnîşan kir ku heta endamên hatine pêşniyarkirin di komisyonê de cî negirin wê parlementerên tirkmen û xiristiyan beşdarî civînên Parlementoya Kurdistanê nebin û wiha dewam kir: "Li gor benda 5an a pêşnumaya komisyona hilbijartinê divê 2 endam ji tirkmen û xiristiyanan werin bijartin. Lê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), Tevgera Goranê, Yekîtiya Îslamî (Yekgirtû) û Partiya Civaka Îslamî (Komale) ev bend binpê kirin. Em bangî Mesûd Barzanî dikin ku dest bavêje vê meseleyê."
Merûf diyar kir ku tirkmen û xiristiyan ji pêvajoya ku Kurdistanê ber bi serxwebûnê ve dibe tên dûrxistin û got ku ev helwest li dijî çanda jiyana hevbar e ku ji berê de tê parastin.
Di komisyona ku li ser daxwaza Serokê Herêma Kurdistana Iraqê Mesûd Barzanî hat avakirin de 3 endamên PDKyê, 2 endamên YNK û Goranê û endamek Yekgirtû û Komaleyê hene.
Di Parlementoya Kurdistanê de 5 ji tirkmenan û 6 jî ji xiristiyanan 11 parlementerên ji kotaya kêmneteweyan hene.