Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê sitand, HDP sibê di saet 10.00î de li Odeya Endezyarên Înşaetê "Civîna danasîna namzedan" li dar bixe.
Hevserokên HDPyê Selahattîn Demirtaş û Fîgen Yuksekdagê jî beşdarî civînê bibin û yê di civînê de namzden parlementeriyê yên HDPê bidin nasîn.
Wek mayîn hat ragihandin ku HDP hindik ma amadehiyên beyannameya xwe ya hilbijartinê temam bike.
HDPyê 2 beyanname amade kir, yek ji bo jinan yek jî ji bo raya giştî ye. Beyanname dê di 21ê nîsanê de bên eşkerekirin.