30 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 31 Rêbendan 2017
BAXDA
Parlementoya Iraqê namzedên Wezîrê Berevaniyê û yê Navxweyî ku Serokwezîr Heyder Ebadî pêşkêş kiribû, pesend kir.
Li gorî agahiyên ku nûçegihanê AAyê ji çavkaniyên Parlementoyê sitendin, Serokwezîr Ebadî bi mebesta ku parlemento pesend bike Qasim Araciyê serokê Koma Bedrê weke Wezîrê Navxweyî, Îrfan Hiyaliyê namzedê Koma Muttehîdûna ku Usame Nuceyfiyê cîgirê Serkomar serkêşê wê ye jî weke Wezîrê Berevaniyê pêşkêş kir. Di encama dengdana parlementoyê da herdu namzed hatin qebûlkirin.
Ji aliyekî din va Eyad Ellawî serokê Kutleya Weteniyeyê ji ber ku ew navên ku wî pêşkêşî Ebadî kiribûn nehatin dengdayînkirin, rûniştin baykot kir.
Herwiha hat ragihandin namzedên ku ji bo Wezîrtiya Bazirganî û Pîşesaziyê hatibûn destnîşankirin dengdayîn ji bo wan nehat kirin. Dengdayîna wezaretên vala mayî jî wê hefteya bê roja sêşembê bê kirin.