11 Nîsan 2016•Rojanekirin: 12 Nîsan 2016
BEXDA
Li Iraqê, Serokomar Fûad Masûm, Serokwezîr Heyder Ebadî, Serokê Parlementoyê Selim Cibûrî bêyî amadeyiya kurdan û Tevgera Sedir, di mijara avakirina hikûmeta teknokratî da li hev kirin.
Şevirmendê Serokomarê Iraqê Şêrwan Wailî, di daxuyaniya xwe ya di televizyona fermî ya Iraqê da ragihand ku serekên komên siyasî li ser planekê avakirina hikûmetê lihevkirine û anî ziman ku her yek ji komên Serokomar, Serokwezîr û Serokê Parlementoyê wê 3 namzêdan derxin pêş û Serokwezîr Heyder Ebadî wê yekî/ê ji wan hilbijêre û pêşkêşî parlementoyê bike.
Wailî destnîşan kir ku lihevkirin weke peymanê hatiye nivîsandin lê belê ji bo pesendkirinê li hêviya kutleya kurdan û Tevgera Sedir in ku civîn boykot kiribûn.
Tê çaverêkirin ku parlementoya Iraqê roja sêşembê bi mebesta pesendkirina avakirina kabîneya nû dengdanê bikin.
Berdevkê Kutleya Ehrarê yê Rewta Siyasî ya Tevgera Muqteda Sedir, Cewad Cibûrî di daxuyaniya xwe da ji nûçegihanê AAyê ra destnîşan kir ku hikûmeta teknokratî ya ku kutleyên wan tê da cîh negire wê noqsan be û nayê qebûlkirin û got, "Em piştgiriya wê teklîfa ku komên siyasî ji bo avakirina hikûmetê namzêdan pêşkêş bikin nakin."
Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî, 31ê adarê, teklîfa hikûmata teknokratî ya ku ji 16 wezaretan pêk tê pêşkêşî meclisê kiribû.