23 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 23 Cotmeh 2016
NEYNEWA
Li Iraqê di roja 7emîn a operasyona rizgarkirina Mûsilê da pêşmerge ji bo bajaroka Başîqayê ku dikeve rojhilata bakurê Mûsilê, ji DEAŞê paşve bistîne dest bi operasyonê kir.
Hêzên pêşmerge yên Herêma Kurdistana Iraqê destê sibê li eniyên Başîqa û Naweranê operasyon da destpêkirin û ber bi bajarokê va hereket kirin.
Li gundê Îmam Rizayê ku çend kîlomêtreyan dûrî bajarokê ye, di navbera pêşmerge û milîtanên DEAŞê da şerekî giran heye.
Di operasyonê da ya ku bal kişand, pêşmergeyên jin û leşkerên Amerîkayê jî di sefên pêşîn nav pevçûnên tund da cih girtin.
Artêşa Iraqê duh kontrola Hemdaniya navçeya Mûsil û bajaroka Bertillayê bi temamî dest xistibû.
Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî di 17ê cotmehê da ragihandibû ku operasyona rizgarkirina Mûsilê li herêmên başûr, rojhilat û bakur dest pê kir.