Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Mesûd Barzanî da zanîn ku dê li Şingala ku pêşmergeyan ji destê DAEŞa rêxistina terorê xilas kir referandûmê bikin, gelê êzdî yê ku li herêmê dijî dê biryara dahatûya xwe bide.
Barzanî li bajarê Duhokê bi alimên misilman re hat bal hev. Çapemeniyê nekarî bikeve civînê û der barê naveroka civînê de ji ser malpera fermî ya Serokatiya HKIyê daxuyaniyek hat dayîn.
Di daxuyaniyê de cî dan axaftina Mesûd Barzanî. Barzanî eşkere kir ku de dahatûya Şingala ku ji bo wê bi PKK û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê re carna li hev nakin û di navbera wan de ji ber vê pirsgirêk derdikeve, referandûmê bikin.
Barzanî wiha axivî: "Parlementoya Kurdistanê biryar da ku li Şingalê referandûmê bike. Ev pêvajo berdewam dike. Tu bûyer û geşedan nikare şehtê li vê pêvajoyê bide û paş de vegerîne. Gelê êzdî yê ku li herêmê dijî dê biryara dahatûya xwe bi xwe bide. Kes nikare li ser navê wan tevbigere. Gel dê di referandûmê de tercîha xwe bike. Her kes divê li hember vîna gelê Kurdistanê rêz bigire. Kesên din nikarin li ser navê vê gelê biryarê bidin."
Barzanî bal kişand hin komên di nav êzdiyan de li pêy tiştên cuda ne û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Destên biguman û qirêj li Şingalê digerin. Em dê bi tu awayî destûrê nedin vê yekê. Em destûrê nadin hêzên dixwazin ku li Kurdistanê aloziyan derxînin. Kesên din nikarin nasname û rewşa êzdiyan diyar bikin. Ez dixwazim ew kesên ku bi DAEŞê re hevkariyê dikin jî hişyar bikim. Her kes ew kesên ku bi terorîstan re hevkariyê dikin efû bike jî ez efû nakim."
Barzanî da zanîn ji bo ku Şingal wekî bajêr bê îlankirinbi birevebiriya Bexdayê re hevdîtinê dikin, ji serî heta niha daxwazeke wan a wiha hebû.
Barzanî got DAEŞ ji bo nehêle ku herêma Kurdistanê serbixwe bibe êrîşê wan dike û wiha axivî:
"Armanca rêxistina terorê rawestandina pêşketina li herêma Kurdistanê bû. DAEŞê xwest herêmên ku li derveyî birêvebiriya Kurdistanê dimînin jî ji me veqetîne. Lê belê nehatibû hişê dijimin ku dê dinya arîkariya gelê Kurdistanê bike. Li bendê nebû ku pêşmerge jî qehremaniyeke wiha nîşan bidin."
Barzanî û PKK di mehên borî de di mijara birêvebirina Şingala ku wir gelê êzdî heye de li hev nekiribûn. PKKyê xwest ku li herêmên Şingalê yên ku ji DAEŞê hatin xilaskirin, kantonan îlan bike û saziyên xwe yên birêvebiriyê ava bike. Li ser vê yekê Barzanî diyar kiribû ku bergiriyên hewcedar hatin girtin û ji bo "teşebûsa kantonê " gotibû "karton".
Barzanî, Heyder Şeşoyê girêdayî YNKyê yê ku li Şingalê ji bilî Wezareta Pêşmergeyan hêzeke din a çekdar ava kiribû, dabû binçavkirin. YNKe peş de gav avêtibû li ser vê yekê Şeşo serbest hatibû berdan. Şingala navçeya Mûsilê beriya îşgala DAEŞê ji aliyê îdarî ve girêdayî hikûmeta navend a Iraqê bû.