Islam Doğru
17 Nîsan 2024•Rojanekirin: 17 Nîsan 2024
Wezareta Parastina Amerîkayê (Pentagon) eşkere kir, Îsraîl bi xwe dê biryara bersivdayîna êrîşa Îranê bide û wek Amerîka ew naxwazin li herêmê pevçûn belav bibin, lêbelê ew pabendî parastina Îsraîlê ne.
Berdevkê Pentagonê Patrick Ryder di civîna çapemeniyê da pirsên li ser rageşiya Îran-Îsraîlê bersivandin.
Ryder bal kişand, Amerîka naxwaze li herêmê pevçûn belav bibin û ji bo pirsa, Îsraîlê gelo ev peyama Amerîkayê wergirt an na, wiha bersiv da, "Ez naxwazim li ser navê Îsraîlê biaxivim."
Ryder wiha got, "Ku em werin ser berteka muhtemel a Îsraîlê, ev biryareke serweriyê ye ku Îsraîl dê bi xwe bide."
Ji bo pirsa "Di her şert û mercê da piştevanîkirina Îsraîlê, bandora Amerîkayê ya li ser Îsraîlê ya di mijara astengkirina berbelavbûna pevçûnan da ji holê ranake?" Ryder wiha axivî:
"Îsraîl li herêmeke xeternak dijî. Li gorî min, li vir divê mirov gavekê xwe bi paş da bide, li peywendiya parastinê ya Amerîka-Îsraîlê û peywendiya ku bi dehan sal e em bi Îsraîlê ra dimeşînin binihêre û her wiha girîngiya wê yekê fêm bike ku Amerîka, herêma Îsraîl lê dijî nas dike. Ku Îsraîl nikaribe xwe biparêze, dibe ku tehdîdên dijî ewlehî û îstiqrara herêmê derkevin holê û ez evqas dibêjim û gotinê dibirim."
Ryder her wisa bal kişand, xebatên avakirina bendera berwext a ji bo veguhestina alîkariyên mirovî yên ji bo Xezeyê jî didomin û sazkirina benderê dê dawiya vê mehê kuta bibe.