Abdullah Tel
01 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 02 Berfanbar 2017
WASHINGTON
Berdevkê Beşa Rojhilata Navîn ya Wezareta Parastina Amerîkayê (Pentagon) Erîc Pahon diyar kir Amerîka hemû çekên di destê PYD/PKKê da ku ji bo Tirkiyeyê wek tehdîd bin wê paşve bistîne.
Pahon der heqê paşvesitandina çek û cebilxaneyên giran ên di destê PYD/PKKyê da daxuyanî da nûçegihanê AAyê.
Der barê agahiyên reqam û envanteran da Pahon got ku rayeya wî tuneye û wiha pê da çû: "Emê wek kategorîk çekên ji bo Tirkiyeya mutefîqê me tehdîd in, berhev bikin. Envanterên vanan bi tirkan ra heye."
Li ser pirsekê Berdevk Pahon got ku ew dozer, kolîneriyên ji bo teqemeniyên bidestçêkirî û mayinan û Humveeya pê personel dibin û tînin wê ji PYD/PKKyê nestînin û wiha dewam kir: "Wesayîtên bizirx ên tîpa MRAPê, tivingên otomotîk, roketavêj û çekên din ên li dijî wesayîtên bizirx dikarin tên emilandin wê bên berhevkirin.
Amerîka ji serê sala 2015an ne rasterast çek da PYD/PKKyê lê ji serê meha gulana îsal rewş guhert û biryar da ku êdî rasterast çekan bide PYD/PKKyê.