22 Tebax 2016•Rojanekirin: 23 Tebax 2016
HELEB
Hêzên PYDya şaxê PKKya li Sûriyeyê ji Efrînê va dest bi topbarankirina bajarokên Nubul û Zehraya di destê rejimê da ku dikevin bakurê rojavayê Helebê kir di encamê da gelek kes birîndar bûn.
Li gorî agahiyan, hêzên PYDê yên li Efrînê dest bi topbarankirina bajarokên Nubul û Zehraya ku dikevin bakurê rojavayê Helebê û piraniya nîştecihên wan şîî ne kir.
Hat ragihandin ku hêzên rejimê jî bi heman şiklî bersiva PYDê daye. Kesên ku di encama topbarana PYDê da birîndar bûne rakirin nexweşxaneyên derdorê.