22 Tebax 2016•Rojanekirin: 23 Tebax 2016
HEWLÊR
Berdevkê Wezareta Xwendina Bilind ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê (HKI) Ebas Ekrem ragihand ku bi mebesta kontrol û lêpirsînê der barê hemÎ beş û çalakiyên Zanîngeha Ishikê ya li Hewlêrê ya FETOyê lijneyek hatiye avakirin.
Ekrem behsa karûbarê lijneyê kir û wiha axivî, "Wê lijne mijara gelo wê zanîngeh karibe ji bo sala xwendinê ya 2017-2018 xwendekaran bistîne yan na û rewşa xwendekaran lêkolîn bike."
Di berseva pirsa gelo wê hikûmet dest deyne ser wê zanîngehê yan jî wê bide firotin, Ekrem wiha got, "Gelekî asayiye ku zanîngeh ji aliyê weberhênerekî bê kirîn lê belê ew kes yan şîrketa ku dixwazin bikirin divê serdana wezareta me bikin. Ji bo me berî her tiştî giring ew e ku zanîngeh bikeve destekî ewle û xwendekar mexdûr nebin."
Zanîngeha Ishikê ya xwedî 6 fakulte sala 2008an li Hewlêrê hat damezrandin û take zanîngeha FETO ye ya li Iraqê.
Li gor zanyariyên Wezareta Perwerdeyê ya HKIyê li herêmê 20 xwendingehê FETO hene ku nêzîka 13 hezar xwendekar lê dixwînin.
Berdevkê Hikûmeta HKIyê Sefîn Dizeyî 8ê tebaxê ji nûçegihanê AAyê ra anîbû ziman ku wê Wezareta Perwerdeyê dest deyne ser van xwendingehan. Wê ev xwendingeh dewam bikin lê wê bi wezaretê va bên girêdan. Wê reveberiyek cihê bê ser van xwendingehan.