Burak Dağ
27 Mijdar 2024•Rojanekirin: 28 Mijdar 2024
Peymana agirbestê ya Serokê Amerîkayê Joe Biden piştî pesendkirina hikûmetên Îsraîl û Libnanê ragihand, bi dema herêmî di saet 04.00an (bi saeta Tirkiyeyê 05.00) da ket warê cîbicîkirinê.
Serokê Amerîkayê Biden pêkhatina peymana agirbestê ya di navbera hikûmetên Îsraîl û Libnanê da bi daxuyaniya çapemeniyê ragihand.
Biden diyar kir, agirbest îro bi saeta herêmî di 04.00an da dê bikeve warê cîbicîkirinê û her wiha Hêzên Çekdarên Libnanê dê di nava 60 rojan da li sînorê başûr ê welêt bi cih bibe û kontrola herêmê têxe destê xwe.
Biden diyar kir ku li gorî peymanê, unsûrên Hizbullahê dê bên bêçekkirin û ber bi aliyê din ê Çemê Lîtaniyê bên derbaskirin û her wisa eskerên Îsraîlê jî dê di nav 60 rojan da peyderpey vekişin.
Biden bal kişand ku di vê maweyê da tu eskerekî Amerîkan dê li Libnanê peywirê neke û bi saya serê hewldanên dîplomatîk ên dûvdirêj ên bi pêşîkêşiya Amerîka û Fransayê peyman pêk hat.
Serok Biden ji xeynî vê destnîşan kir ku koalîsyoneke navneteweyî ya Amerîka û Fransa pêşîkêşiya wê dike dê di mijara cîbicîkirina peymana agirbestê da piştgiriyê bide.
Biden her wiha ew yek jî anî ziman ku Libnaniyên ji ber êrîşên Îsraîlê derbeder bûne û şêniyên Cihû yên li bakurê Îsraîlê dê li cih û malên xwe bên vegerandin.