31 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 01 Tebax 2017
BEYRUT
Li Libnanê peymana di navbera Hizbullah û Heyeta Tehrîr Şamê hat îmzekirin de derbasî merhaleya duyemîn bû.
Li gor peymana duh hatibû îmzekirin herdu aliyan ewil di mijara teqasa cinazeyan de li hev kir.
Îro jî herdu alî wê ji bo mijara duyemîn ya ku 'vegera endamên Heyeta Tehrîr Şam û penaberên Sûriyeyî' wê bicivin.
Li gor vê tê plankirin ku 7 hezar penaber biçin Îdlibê û 3 hezar jî vegerin Qalemûnê. Eger herdu alî di vê meseleyê de li hev bikin Heyeta Tehrîr Şamê wê 8 milîtanên Hizbullahê serbest berde.