31 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 01 Tebax 2017
HASEKE
Alîkariya ku Emrîka bi hinceta têkoşîna dijî DEAŞê dide PKK/PYDa rêxistina terorî berdewam dike. Duh, 100 tir alîkarî ji yekeyên rêxistina terorî yên li bakûrê Reqayê re hat şandin.
Nûçegihanê AAyê yê li Hasekeyê ragihand ku duh bi şev 100 tirên alav û amûr barkirî, ji sînorê Iraqê derbasî aliyê Hasekeya di kontrola rêxistina terorî de bû.
"Hummer"ên zirxkirî yên ku artêşa DYAyê bikartîne, cîpên 4x4 û vînçên konvoyê de bal kişandin.
Herwiha di 5ê hezîranê de 60, 12ê hezîranê 20, 16ê hezîranê 50 û 21-26ê hezîranê de bi tevahî 120; di 5ê tîrmehê de 82, 9ê tîrmehê 102, 13ê tîrmehê 95, 17ê tîrmehê 100, 22yê tîrmehê 100, 27ê tîrmehê 80 bitevahî 809 tir alîkarî şandibû herêma PKK/PYDê.