Muhammet Kurşun
07 Hezîran 2017•Rojanekirin: 08 Hezîran 2017
TBMM
Li Meclisa Tirkiyê peymanên navbera Tirkiye û Qeterê de hatin qebûlkirin ku ji Protokola Hevkariya Rahênan û Perwerdeya Cendirme û Bicihbûna Hêzên Tirkiyê pêk tên.
Li Rûniştina Giştî ya Meclisê pêşnûmaya guncanbûna peymanên Protokola Hevkariya Rahênan û Perwerdeya Cendirme û Bicihbûna Hêzên Tirkiyê hat qebûlkirin.
Di sedema qanûnê de hat bibîranîn ku di çarçoveya Hevkariya Ewlehiyê ya Tirkiyê û Qeterê di 25ê Kanûna Pêşîn a 2001an de protokola Hevkariya Rahênan û Perwerdeya Cendirme di 2ê Kanûna Pêşîn a 2015an de li Dewheyê hatiye îmzekirin.
Di çarçoveya protokola herdu welatan de dê di van qadan de hevkarî were kirin:
- Ziyaretên yekîne, qerargeh û saziyan
- Perwerde û hîndekariya mekteb, navendên fêrkirinê heta asta lîsansê
- Perwerdeya ewlehiya naxweyî, qaçaxçîtî, sûcên organîze, mudaxeleya bûyerên civakî û eskerî
Pêymana Bicihbûna Hêzên Tirkiyê li Axa Qeterê
Ji aliyekî din ve pêşnûmaya guncandîtina bicihbûna hêzên Tirkiyê li ser axa qeterê jî hat qebûlkirin.
Li gor vê dê hêzên Tirkiyê li binkeyên eskerî yên Qeterê bicih bibin û perwerde û rahênanên eskerî pêk bînin.
.