Muhammet Kurşun
07 Hezîran 2017•Rojanekirin: 08 Hezîran 2017
ANKARASerokwezîr Bînalî Yildirim der barê krîza navbera Qeter û çend welatên erebî de got: "Ji bo vê di serî de Serkomarê me hikûmeta me, dewletên têkildar dawetî sukûnetê dike û ji bo pirsgirêk bi diyalog, îstişare û bêhnfirehiyê çareser bibin em cehdeke zêde didin. Lewra pirsgirêkên nû yên li herêmê û bêîstiqrariyên nû nayên ragirtin. Halê herêmê tuneye ku bikeve bin problemên nû. Helbet ya tehl ew e ku ev herêma ku welatên misilman piranî ne saheya van pirsgirêkan zêdetir û mezintir dibe."
Serokwezîr Bînalî Yildirim bi nûnerên Saziyên Sivîl re li Koşka Çankayayê di bernameya fitarê de civiya. Yildirim li vir axaftinek kir.
Ji bo nêzîkbûna salvegera derbeya şikestî ya FETO Serokwezîr Yildirim wiha nirxandin kir: "Di salvegera 15ê Tîrmehê de emê li her goşeya welat, her meydana wîlayetan, her qada navçeyan bi milletê xwe re bi eynî ruhî û heman heyecanê pîroz bikin. Emê pîrozbahiya cejna demokrasiyê bikin. Emê şehîdên xwe bibîr bînin û ji bo ev xatire di zêhnê gencên me de daîma zindî bimîne xebatên pêwîst bimeşînin."
Serokwezîr Yildirim bal kişand ser mucadeleya li dijî FETO û dewam kir: "Mucadeleya me ya bi rêxistina terorî FETO re didome. FETO milîtanên xwe dike robot û wan wek xayinan perwerde dike. Hetanî ku em van xwînxwarên ketine nav rehên dewletê paqij nekin, koka qan neqelînin ji me re deqîqeyek, saniyeyek tuneye."
Li ser bûyerên herêmî û giştî jî Yildirim wiha axivî: "Divê Tirkiye li herêmê bihêz be. Bûyerên me ku derbas kirin ev bi me nîşan dan. Meseleya geşedanên rojên dawîn li Kendavê. Ev nîşaneyên qadeke nû ya pirsgirêkê li herêmê ne. Em hêvîdar in ku hê pirsgirêkên Sûriye, Iraq, Yemen û Lîbyayê xelas nebûne, xwîna li wir tê rijandin nesekiniye, qadeke nû ya pirsgirêkan çênabe."
Der barê krîza navbera Qeter û çend welatên erebî de wiha axivî: "Ji bo vê di serî de Serkomarê me hikûmeta me, dewletên têkildar dawetî sukûnetê dike û ji bo pirsgirêk bi diyalog, îstişare û bêhnfirehiyê çareser bibin em cehdeke zêde didin. Lewra pirsgirêkên nû yên li herêmê û bêîstiqrariyên nû nayên ragirtin. Halê herêmê tuneye ku bikeve bin problemên nû. Helbet ya tehl ew e ku ev herêma ku welatên misilman piranî ne saheya van pirsgirêkan zêdetir û mezintir dibe."