Fatma Esma Arslan
31 Tebax 2023•Rojanekirin: 01 Îlon 2023
Li Gabonê piştî ku eskeran dest danî ser rêveberiyê, Kamerun û Ruandayê di qedemeyên artêşê da guhertin kirin.
Serokomarê Kamerunê Paul Biyayê 90 salî yê 41 sal e di peywira xwe da berdewam e û serokê herî kal ê li dinyayê ye, ji bo Wezareta Parastinê û qadroyên artêşê tayînên nû kirin.
Her wisa Serokomarê Ruandayê Paul Kagame jî yê ku qedera 20 salan e li ser paldanka serokomariyê rûniştiye û niyeta wî heye ku di 2024an da dîsa bibe namzed, di artêşê da berê gelek navên payebilind da teqawidiyê.
Hat îdiakirin, herdu serokên ku demên dirêj in desthilat in, piştî derbeya li Gabonê ji bo li welatê wan jî rewşeke heman rengî rû nede, hewl dane tedbîra xwe bistînin.
- Eskeran dest danî ser rêveberiyê
Li Gabona ku li naverasta Afrîkayê welatek e duh komeke ji eskeran ketibûn avahiya têlevîzyona neteweyî û ragihandibûn ku wan dest danî ser rêveberiyê.
Rêveberiya eskerî ya bi navê Komîteya Destguhertin û Restorasyona Saziyan (CTRI) eşkere kiribû, hilbijartinên di 26ê Tebaxê da hatibûn kirin hatin betalkirin û sînorên welêt hatin girtin.
Her wisa hatibû ragihan, Fermandarê Pasevanên Komarê General Brice Oligui Nguema wekî serokê CTRIyê hat neqandin.
Serokomarê mewcûd Ali Bongo Ondimba di hilbijartinên ku di 26ê Tebaxê da ji bo cara sêyem hatibû hilbijartin.
Li welêt ber bi dawiya dengdayinê da bi hinceta "tundî" tê kirin, qedexeya derketina derva hatibû ragihandin û piştî bidawîbûna dengdayînê, dema deng dihatin cudakirin înternet hatibû rawestandin.
Omar Bongoyê bav cara ewil di 1967an da wekî serokomar hatibû hilbijartin, di 2009an da gava miribû jî kurê wî Ali Bongo xwe di paldankê da edilandibû.
Ev 56 sal bû ku malbata Bongo, Gabon bi rê va dibir.