Dildar Baykan Atalay
31 Tebax 2023•Rojanekirin: 31 Tebax 2023
Li Johannesburga bajarê herî mezin ê Afrîkaya Başûr li avahiyeke bilind şewat derket, li gor agahiyên ewil 63 kes mirin û gelek kes jî birîndar bûn.
Robert Mulaudziyê Berdevkê Servîsa Rêveberiya Rewşa Acîl a Johannesburgê daxuyanî da rojnamegeran û got ku bi saeta herêmî dora 01.30yî agir bi avahiyeke bilind ket.
Mulaudzî destnîşan kir ku sedema şewatê hê jî ne diyar e û herî kêm 63 kes mirin û gelek kes jî birîndar in.
Di berdewamiya axaftina xwe da Mulaudzî got ku dema ew gihîştin ciyê bûyerê dîtin ku hê gelek kes di avahiya agirpêketî da ne û rayedar jî bi fikar in ku hejmara miriyan zêde bibe.
Hat ragihandin ku avahiya agir pê ketiye "di qeydan da vala xuya dike" û tê gotin ku kesên bi dereqanûnî hatine welêt li wê avahiyê dijîn.
Li ciyê bûyerê xebatên lêgerîn û xelaskirinê didomin.