Şerife Çetin
24 Tîrmeh 2024•Rojanekirin: 24 Tîrmeh 2024
Piştî testa Kovid-19ê ya Serokê DYAyê Joe Biden pozitîf derket cara yekê hate dîtin.
Dema ku Biden ji Delawareya xwe lê îzole kiribû vedigeriya Washingtonê, hat dîtin ku ji otomobîla xwe dadikeve û li balafirê siwar dibe.
Bidenê ku bi maskeya di destê wî de ji wesayîtê peya bû rojnamevanan jê pirsî: "Golo hûn xwe çawa hîs dikin?" Di bersiva pirsê da destê xwe hejand û tiliya xwe ya mezin bilind kir.
Biden pirsa rojnamevanekî, ku got, "Gelo hûn difikirin ku Kamala Harris dikare Donald Trump têk bibe?" bê bersiv hişt.
Di hin nûçeyên ku di medyaya Amerîkayê da û di nav bikarhênerên medyaya civakî da hatin belavkirin, derbarê rewşa tenduristiya Biden da nîqaş derketin û hin kesan jî îdia kirin ku rewşa tenduristiya Biden ne baş e.
17ê Tîrmehê, hatibû ragihandin ku testa Kovid-19ê ya Serokê DYAyê Biden pozitîf derketiye.