07 Sibat 2017•Rojanekirin: 07 Sibat 2017
ANKARA
Rêxistina Efûyê ya Nanvneteweyî ragihand rejima Esed li Sûriyeyê ji îlona 2011an heta dawiya 2015an li Girtîgeha Leşkerî ya Saydnaya li Şamê piraniya wan sivîl qederê 5-13 hezar kes bêyî bidarizîne, înfaz kirine.
Rêxistina Efûyê ya Nanvneteweyî bi navê "Sûriye: Mezbexaneya Însanan: Li Sûriyeyê li Girtîgeha Leşkerî ya Saydnayê Îdam û Îmheya Komî" raporek weşand.
Hat diyarkirin piştî hevdîtinên bi xardiyanên berê, hakim, bijîşk, parêze û pisporên navnetewî ra rapor hatiye amadekirin.
Li gor raporê "di navbera îlona 2011-kanûna 2015an da piraniya wan sivîl qederê 5-13 hezar kes bêyî bên darizandin hatine înfazkirin."
Di raporê da tê diyarkirin "di hefteyê da 20-50 kes hatine îdamkirin."
Di raporê da tê destnîşankirin piraniya kesên îdam kirine mixalifên hikûmetê ne û wiha tê gotin: "Bi hezaran însan bêyî bên darizandin û mehkemekirin bi komî hatine îdamkirin. Li Girtîgeha Leşkerî ya Saydnayê mehkûm rastî êşkenceya sîstematîk hatine û cinezeyên kesên bi komî hatine kuştin, di mezelên komî da veşartine."
Di raporê da ev îfade cî digirin: "Emrê îdamê bi destê rayedarên payebilind ên hikûmetê hatiye dayîn. Cezayên îdamê bi destê Miftiyê Sûriyeyê, wezîrê paratinê yê wekaleta Beşşar Esed dike û sererkan hatine qebûlkirin."
Rêxistina Efûyê ya Nanvneteweyî di raporê da bang li rayedarên Sûriyeyê kir, êşkence û kuştinên li Saydnayê û li hemû girtîgehan bide sekinandin.