Abdullah Tel
12 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 12 Cotmeh 2017
EZEZ
Li Sûriyeyê PYDa baskê PKKa rêxistina terorî êrişî gundê Maarîna ser bi navçeya Ezazê kir.
Li gor agahiyên nûçegihanê AAyê ji çavkaniyên ewlehiyê hilda PKK/PYDa rêxistina terorî êriş bir ser gundê Maarîna ku li rojavayê navçeya Ezazê dikeve û di bon kontrola muxalifan da ye.
Hêzên muxalif ên li wir li dijî êrişê bersiv dan. Yekîneyên girêdayî Artêşa Sûriyeya Azad wek teqwiye hêz şandin cihê şer û bi çekên giran êrişî cihên mensûbên rêxistinê lê ne, kirin.
PKK/PYDê bi çekên giran êrişî ser Ezaz û Mareyên navçeyên Helebê jî kiribû. Rêxistin dixwaze di qada di bin kontrola muxalifan da ye pêş va biçe û Efrîn û Minbicê bigihîne hev.