Abdullah Tel
12 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 13 Cotmeh 2017
BRUKSEL
Hat ragihandin ku gelek kesên li bajarên Ewropayê dijîn mehkûmê hewaya qirêj in û ji ber vê jî her sal nêzî 400 hezar kes zû dimirin.
Ajansa Hawirdorê ya Ewropayê (EEA) rapora "Li Ewropayê Qelîteya Hewayê-2017" weşand. Di raporê da hat gotin qirêjbûna hewayê herî zêde ji ber trafîk, çandinî, santralên vejenê, bikaranînên rojane yên li mal û endustriyê pêk tê.
Di raporê de fikr û ramanên Dîrektorê Giştî yê EEAyê Hans Bruyninckx jî cih girt û wî got: "Em wek civak dibê maliyeta ku ji ber hewaya qirêj ji me ra derdikeve qebûl nekin. Heke em gihandineke paqij û ji bo çandinî û vejenê projeyên bi biryar û aqilane bikin rewacê emê bikaribin li hemberî hewaya qirêj têkoşînê bidin û qelîteya jiyana xwe zêde bikin. Mirovên li bajaran dijîn jî hewaya paqij heq dikin."
- Dibe sedema mirina zû 400 hezar kesî
Di raporê da hat gotin ku ji ber şert û mercên hewaya qirêj li seranserê Yekîtiya Ewropayê (YE) nêzî 400 hezar kes zû dimirin û li seranserê Ewropayê ev reqam bi qasî 500 hezarî ye.
Di raporê hat destnîşankirin ku bi saya polîtîkayên ji bo çêtirkirina qelîteya hewayê û pêşketina teknolojiyê yên li Ewropayê rêjeya qirêjbûna hewayê dadikeve lê hewaya qirêj hê jî ji bo kesên li Ewrpayê dijîn talûke ye.