Ahmet Aydın
12 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 13 Cotmeh 2017
REQA
Li bakurê Sûriyeyê, di encama êrîşeke asîmanî de li bajarê Reqa ya di bin kontrola DEAŞa rêxistina terorê de, 14 sivîl hatin kuştin.
Di daxuyaniya li ser medyaya civakî ya toreke bi navê "Reqa bêdeng digirî" de, hat destnîşankirin ku balafireke cengê ya hevpeymana ku DYA serkêşiya wê dike, li dijî 2 malbatên ku ji Tedmûra navçeya Humsê, koçî Reqayê dikirin, êrîş li dar xist û di encamê de 14 sivîl hatin kuştin.
Tora Çadêriya Mafê Mirovan li Sûriyeyê (SNHR) ragihand ku di encama êrîşên asîmanî yên hêzên hevpeymanê de ya ku DYA serkêşiya wê dike, di maweya 3 salan de heta nuha 674 ji wan zarok, 504 ji wan jin bi giştî 2 hezar û 286 sivîl hatine kuştin.
Hêzên hevpeymanê ya bi serkêşiya DYAyê 23yê îlona 2014an li Sûriyeyê dijî DEAŞê dest bi operasyonan kiribû.