Fatih Gazioğlu
27 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 27 Tîrmeh 2017
QUDS
Polêsên Îsraîlê hesinên ku li ber deriyê Mescida Eqsayê hatibûn danîn, rakirin.
Polêsên Îsraîlê li ser biryara Lijneya Wezîran duh dedektor rakiribûn. Polêsan îro jî hesinên ku deriyê Mescîdê Eqsayê de bûn rakirin. Piştî biryarê gelê Qudsê li ber deriyê Mescida Eqsayê kom bûn û ev biryar pîroz kirin.
Midûrê Weqfa Mescida Eqsayê Omer Kîswanî daxuyand ku ew ji bo çûna hundirê Mescida Eqsayê ecele nakin û wiha axivî: "Em ê sibê seat 9an civînekê bikin û vê rewşê binirxînin."
Polêsê Îsraîlê 14ê Tîrmehê roja înê ji ber îdiaya ku bi çekan êriş kirin, 3 filistînî kuştibûn. 2 polêsên Îsraîlê yên ku di bûyerê da birîndar bûbûn, li nexweşxaneyê miribûn.
Hêzên Îsraîlê piştî bûyerê Mescida Eqsa girtibûn. Lê roja yekşemê du deriyên Herema Şerîf vekiribûn û dedektorên metal ên elektronîk ên lêgerînê danîbûn ber deriyan.
Li ser biryara Lijneya Ewlekariya Îsraîlê, kamera û dedektorên metal ên li ber deriyên Mescida Eqsayê pêr hatibûn rakirin.