28 Îlon 2015•Rojanekirin: 29 Îlon 2015
ADANA
Li Edenê êrîşê wesayita polêsan kirin. Di êrîşa biçek da 2 polês cangorî bûn.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê bi dest xistin, du kes bi motorê nêzî wesayita polêsan a ku li Taxa Dagliogluyê di dewriyê da bû, bûn û bi çekên lûledirêj gule barandin ser polêsan.
Polêsên birîndar rakirin nexweşxaneyeke taybet, lê digel midaxaleyan herdu jî polês jî cangorî bûn.
Ji bo qefaltina êrîşkarên ji cihê bûyerê reviyan, operasyon hat destpêkirin.