Haydar Şahin
13 Gulan 2020•Rojanekirin: 13 Gulan 2020
Teyareya Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê tê da bû dakete Balafirgeha Ben Gurîon a li nêzî Tel Evîvê. Pompeo ji teyareyê peya bû û ji ber Kovîd-19ê merhebatî neda raydarên hatin pêşwaziya wî, rûpêçeke dişibiya alaya Amerîkayê da ber dev û pozê xwe.
Pompeo li ser hesabê xwe yê Twitterê got ji ber ku li Îsraîlê ye gelekî kêfxweş e û wiha pê da çû: "Em li dijî 2 tehdîdên krîtîk têkoşînê didin. Kovîd-19 û Îran. Îsraîl û Amerîka li dijî van dijwariyan ew ê li cem hev bin."
Çapemeniya herêmî jî diyar kir ku ew ê di ziyaretê da li ser mijara bi destê Îsraîlê îlhaqkirina hin herêmên Şerîeya Rojava ya dagirkirî jî bisekinin.
Pompeo ew ê bi Bînyamîn Netanyahuyê Serokwezîr, Benny Gantzê hevparê kolalisyona teze û serokê îtifaqa Hêşîn-Sipî ra were ba hev.