25 Gulan 2017•Rojanekirin: 26 Gulan 2017
HESEKE/ANKARA
PYD/PKKya rêxistina terorê ji piştgiriya ku DYA ji bo têkoşîna dijî DEAŞê didê îstifade dike û hewl dide li Reqayê bimîne. Rêxistinê ji bo pêvajoya piştî ji bajêr derxistina DEAŞê konseya rêveberiya sivîl û teşkîlata polêsan ava kir.
PYD/PKK li herêmên ku piştgiriya DYAyê ya ji hewayê va ji DEAŞê distîne rêxistinên paravan ava dike ku li wê derê bimîne.
Rêxistina terorê ji bo ku nîşanî her kesî bide rêveberiya herêmê di destê gelê herêmê da ye qaşo konseyên herêmî ava dike.
Rêxistinê sala par li Minbica li rexê Çemê Feratê jî heman rê teqîb kiribû. DYAyê temînat dabû ku herêm ji DEAŞê bê xilaskirin endamên PYD/PKKê ew ê ji herêmê vekişin lêbelê rêxistina terorê li Minbicê "rêveberiya sivîl" îlan kiribû. Lêbelê rayedarên DYAyê di hevdîtinan da ji Tirkiyeyê ra gotibûn ku kesên çekdar ji bajêr vekişyane.
PYD/PKKya ku li Minbicê bi cî bû di mijdara 2016an da diyar kiribû ku ew ê bi navê "HDS"ê têkeve Reqaya baregeha DEAŞê.
Di vê pêvajoyê da DYAyê alîkariya leşkerî ya ku dida rêxistinê zêde kir û rêxistinê diyar kir ku "Konsêya Reqayê" ya sivîl ava kiriye.
Hesabên medyaya civakî yê nêzî PYD/PKKê îdia dikin ku piştî xilaskirina Reqayê rêxistinê xizmetên dewletê bide.
- Qaşo teşkîlata polêsan
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê yê Hesekeyê da, rêxistina terorê dest pê kir perwerdeya polêstiyê dide HDSya ku rêveber û milîtanên wê ji endamên PYD/PKKê pêk tê.
Hefteya borî 286 HDSyî li Mehmûdiyeya gundê Eyn Îsaya bajaroka Reqayê bi merasim hatin mezûnkirin. Rêveberiya qampê jî di dest Hasan Demirê terorîst ê ku ji Qendîle hatibû da ye.
Dibêjin qaşo perwerdeya polêstiyê ji bo amadehiya mayîna li Reqayê tê dayîn.
- Ji DYAyê sewqiyata leşkerî
Alîkariyên ku DYA bi hinceta têkoşîna dijî DEAŞê dide PYD/PKKê dewam dikin.
Do êvarê 48 tirên ku amûrên leşkeriyê û wesayît tê dabûn ji deriyê sînor ê Sêmalkayê yê li aliyê Iraqê ra derbasî Hesekeyê bûn û ji wir jî berî xwe dan bakurê Reqayê.
Serokê DYAyê Donald Trump alîkariya sîlahan a ku didin PYD/PKKê wek biryarnameya serokatiyê amade kir û piştî vê AAyê dîmenên 148 tir û kamyonên ji deriyê sînor ê Sêmalkayê derbasî herêma PYD/PKKê bûn kişand.