09 Îlon 2017•Rojanekirin: 10 Îlon 2017
ÎSTANBUL/ANKARA
Hat ragihandin ku PYD/PKKya rêxistina terorê li Sûriyeyê bi piştgiriya DYAyê va operasyon da destpêkirin ku Dêrazorê ji DEAŞê bistîne.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên herêmî hatin sitandin, PYD/PKKê ji Kirkyediya bajaroka Hesekeyê ra dest bi operasyonê kir.
Di operasyona ku ji avahiyên Clîpseyê ya li Şedadiya li başûrê Hesekê tê rêvabirin da milîtanên PYD/PKKê ji başûrê rojavayê Kirkyediyê ra ber bi Dêrazorê derketin rê.
Beriya şerê navxweyî kêmzêde 230 hezar kes li Dêrazorê ya li nêzîkî sînorê Iraqê dijiyan, herêm ji tîrmeha 2014an vir da di destê DEAŞê da ye.
Dorberê bajêr di kontrola DEAŞê da ye, li navenda bajêr hêzên rejimê hene.
SANAya ajansa xeberan a rejima Beşar Esed diyar kiribû ku hêzên rejimê di 5ê îlonê da ji rojavayê bajêr ra pêşda çûn û gihîştin navenda bajêr û dorpêça ku 3 sal in dewam dike veqelaştin.