27 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 27 Rêbendan 2017
NEW YORK
Di navbera cihûyên ortodoks ên ku li pêşiya avahiya NYyê biryara bi zorê hildana leşkeriyê ya Îsraîlê protesto dikirin û cihûyên alîgirê Îsraîlê da ragêşî derket.
Cihûyên ortodoks ên li dijî Siyonîzmê û dewleta Îsraîlê ne li pêşiya avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) biryara bi zorê hildana leşkeriyê ya Îsraîlê protesto kirin.
Kesên di komê da li dijî Siyonîzmê û Îsraîlê slogan berz kirin, kesekî alîgirê Îsraîlê jî bi megafon, alaya Îsraîlê û pankartê va hat ciyê ku çalakvan lê ne û li dijî wan çalakî kir.
Cihûyên ortodoks midaxeleyî vî kesê ku bi megafonê sirûd dixwend û dengê xwe bilind dikir kirin.
Herdu alî beziyan hev û cihûyên ortodoks alaya Îsraîlê ji destê çalakvan girtin, qelişandin û avêtin erdê.
Ji ber ku ragêşiyê dewam kir polêsan midaxele kir û bûyer bi dawî bû.