Pêla koçê ya ku Rûsya û rejima Esed bûn sedem dewam dike
Di roja yekşemê da hevdîtinên li ser çareserkirina qeyrana Sûriyeyê li Cenewreyê dest pê kirin. Ji wê rojê vir da di bombebaranên li ser bakurê Helebê yên ku Rûsya dike û di êrîşên hêzên Esed da bi dehan hezarî kes ji bo ku herin ciyên ewledar koç dikin.
05 Sibat 2016•Rojanekirin: 07 Sibat 2016
ANKARA (AA) - Di roja yekşemê da hevdîtinên li ser çareserkirina qeyrana Sûriyeyê li Cenewreyê dest pê kirin. Ji wê rojê vir da di bombebaranên li ser bakurê Helebê yên ku Rûsya dike û di êrîşên hêzên Esed da bi dehan hezarî kes ji bo ku herin ciyên ewledar koç dikin.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê ji çavkaniyên herêmî berhev kir, Rûsya û Esed êrîşên xwe yên li ser rêya di navbera Heleb û Tirkiyeyê da zêde kirin, li ser vê ji 20 hezarî zêdetir kes ji gundên Mersîte, Heyyan, Til Cibîn, Rityan, Kefer Naya, Hirdeteyn, Dêra Cemal, Mayîr, Îhris û Kefer Nasîhê koçî Ezezê dikin.
Pêla koçê ya ku Rûsya û rejima Esed bûn sedem dewam dike