Haydar Şahin
10 Mijdar 2017•Rojanekirin: 11 Mijdar 2017
MOSKOVA
Pêşangeha wêneyên bixelat ên pêşbaziya "AA Istanbul Photo Awards 2017" a ku bi destê Ajansa Anadoluyê hat lidarxistin li Moskovayê hat vekirin.
Pêşangeha "AA Istanbul Photo Awards 2017" di malxweyîtiya Midûrê Weşana Nûçeyên Dîtbarî ya AAyê Ahmet Sel da li salona “Krassnaya Oktyabrskaya” ya li Moskovayê hat vekirin.
Di merasima vekirina pêşengehê da Sel axivî û diyar kir ku îsal kategoriyên pêşbaziyê 8an derxistin 10î, ji welatên ku herî zêde jê serîlêdan kirin yek jî Rûsya ye û got, "Ji ber vê jî me îsal pêşengeheke xwe li Moskovayê vekir û ji bo vê jî kêfxweş in."
Di pêşbaziyê da xelata "Wêneya Salê" Frederic Lafargueyê wênekêşê ji Fransayê bi wêneya "Reva ji DEAŞê" ya ku ji bo Parîs Matchê kişandibû va qezenc kiribû.
Wêneyê Arîs Messînîs ya bi navê "Li Behra Sipî Mirin" di kategoriya "Nûçeyên Rêzê" da xelat wergirtibû. Adam Pretty bi wêneyê "Li Bin Erdê" di kategoriya "Tekane Werziş" û Patrick Smith bi wêneyên xwe yên rêzê di kategoriya “Rêza Werzişê" da xelat wergirtibûn.
Mary Gelmanê di mijara jinên mexdur bûne de di kategoriya "Rêza Portreyê" da xelat qezenc kiribû.
Kemal Jufri bi wêneyê bi navê "Xwedîkirina Orangutanên Sêwî" di kategoriya "Rêza Siruşt/Hawirdorê" da û Johnny Miller bi wêneyê xwe yê bi navê "Qada Golfê ya Papwa Sewgolumê" di kategoriya "Tekane Siruşt & Hawirdorê" da bibû yekemîn.
Juriyê "Xelata Nûçegihanên Wêneyan ya Ciwan" jî ji ber wêneyê bi navê "Antremana Li Kuçeyên Xezeyê", dabû Hosam Salemê ku li Xezeyê nûçegihanê wêneyan yê serbixwe ye.
Nûçegihanên wêneyan ji bo serlêdana pêşbirkê di qada spor, nûçe, xweza, portre û hawîrdor de qasî 25 hezar wêne şandibûn.