Muhammet Kurşun,Dr. Altay Atlı
09 Mijdar 2017•Rojanekirin: 09 Mijdar 2017
ÎSTANBUL
Bûyerên dawîn ên li Siûdiyê ku gelek mensûbên melikiyetê û karsazên mezin di şevekê de hatin girtin, nîşan didin ku mucadeleya desthilatê ya li welat gihîştiye merheleyeke nû û di rastiyê de berî ku dest pê bike qediyaye. Kurê Melik Selman, şehzadeyê welîehd Mûhemmed Bin Selmanê 32 salî, reqîbên xwe yên muhtemel têk birin û îdî di nava çend sal an jî mehên pêşiya me de herkes li bendê ye ku li ser text rûnê.
Ev geşedanên li Siûdiyê, ne tenê di siyaseta navxweyî ya vî welatî de, herwiha ji aliyê hevsengiya siyasî ya Rojhlilata Navîn jî bêguman gelekî muhîm e. Lê belê divê em ji perspektîfa aboriyê jî li mijarê binêrin, lewra aboriya Siûdiyê halê hazir bi me'neya kelîmeyê di werçerxanekê de ye.
Aboriyê Siûdiyê, pir zêde girêdayî petrolê ye. Ev rewş jî wek niha aboriyê di halên daketina bihayê petrolê de dixe halekî her dem li ber şikestinê. Helbet yedekên petrolê li dinyayê ne bêdawî ne, dema em vê rastiyê jî li ser vê menzereyê zêde bikin tabloyeke nû derdikeve holê. Siûdî, di muqabilî vê rewşê de hewl dide ku qadên din ên ji derveyî petrolê jî dewlemend bike û dahatên nû di aboriyê de çêke.
- Serwet û saman dest diguherîne
Bihêzbûna pêgeha Mûhemmed Bin Selman û kombûna hêza siyasî di yek destî de wê ji hêla aboriyê ve çi bigihîne Siûdiyê? Dema ku em ji bo dema kurt li meseleyê binêrin girtina kesên wek Welîd Bin Tellal, Mûhemmed El Amûdî, Nasil El Teyyar, Bekr Bin Ladîn û destdanîna ser serwet û samanên wan ku ji 30 milyar dolarî zêdetir digire, dê di aborî û budçeya Siûdiyê de rehetiyekê çêke. Lewra dê samanên van bikevin xezîneya dewletê. Budçeya Siûdiyê jî ev qederek e kêmasiyê ve xwe dibîne. Di dema dirêj de jî ji bo guherînan reformên binyadî pêwîst in û Mûhemmed Bin Selman jî mîzacekî reformxwaz tê naskirin. Dema ji vî cîhetî ve mesele were nirxandin sinyalên erênî tên.
Halê hazir li Siûdiyê dahata budçeyê ji sedî 87 ji petrolê tê, loma jî aboriya welat li ber pêlên bihayê petrolê, piyaseyên navneteweyî û ekonomiya dinyayê gelekî hessas e. Bihayê petrolê sala 2014an derket ser 100 dolarî û piştre peyderpey heta 35 dolarak daket. Niha derdora 65 dolarî ye û pispor dibêjin evê di demeke ne dûr de derkeve 70 dolarî. Maliyeta hilberîna petrolê ji bo Siûdiyê gelekî kêm e, serê bermîlê mesref ji 2 dolaran heta 10 dolaran diguhere. Loma jî mirov dikare bibêje ku dê Siûdî berdewam ji petrolê pereyan qazanc bike. Lê ev rewş nayê domandin. Li welat bêkarî derketiye asta ji sedî 12,3. Mezinbûn jî di asta sifirê de ye.
- Vizyona 2030î ya Bin Selman
Çareseriya tekane ya li ber aboriya Siûdiyê ew e ku çavkaniyên enerjiyê yên alternatîf pêşde bibe û sektorên li derveyî petrolê, bi taybetî jî sektora hilberînê bihêz bike û bîne halê bingeha mezinbûnê. Di çarçoveya vê armancê de bernameya "Vizyona 2030î" ya Mûhemmed Bin Selman pêşengiya wê dike, vê yekê ji xwe re wek hedef datîne: heta wê salê ji qeyd û bendên petrolê azad bibe û sektora hilberînê û sektorên din derxîne asta aboriyeke modern. Loma eger Bin Selman derkeve ser text û pêgeha xwe bihêz bike, ji bo bicihkirina vê bernameyê dê atmosfereke erênî çêke.
Hedefa reqemî ya Vizyona 2030î ew e ku daha ji derveyî petrolê 6 qatan zêde bike û derxîne mezinahiya 266 dolarî. Li gor raporeke IMFê ku di meha çiriya pêşîn de weşand sala 2017an di sektorên ji derveyî petrolê de mezinbûneke ji sedî 1,7 tê pêşbînîkirin, lê belê ev rêje têr nake. Di warê enerjiyê de, ji bo enerjiya xwenûker dê serdemên pêş me bi bihayê 50 milyar dolarî veberhênan çêbe.
Lê belê bûyera esas mezin a di vê qadê de ew e ku dê ji sedî 5ê hisseyên şirketa petrolê ya di dinyayê de herî mezin Saudi Aramcoyê erzî xelkê bên kirin. Saudi Aramcoya ku piştî 1970ê hat mîrîkirin bi temamî di destê dewletê de ye, li gor reqîba xwe ya herî nêzîk Exxon Mobilê deh qat zêdetir yedekên wê û 2 trilyon dolar qîmetê wê yê piyaseyê heye. Di encama erzkirina xelkê de dahata ku wê bi dest bikeve dê li Sindoqa Veberhênana Umûmî ya Siûdiyê were razandin.
Di demên pêş de para ji sedî 95 ya umûmiyê jî dê derbasî vê sindoqê bibe. Tê pêşbînîkirin ku sindoq bigihê hecmekî 1,9 trilyon dolar û ev pere jî li sektorên ji derveyî petrolê were xerckirin. Saudi Aramco ji xeynî petrolê di avahîsazî û gelek warên din de jî çalak e. Di ziyareta Serokê Emrîkayê Trump de jî bi şirketên Emrîkayê re bi bihayê 50 milyar dolarî peyman girêdan.
Hemleya dawîn a girtinê û pêlên muhtemel ên piştî vê dê hêza Bin Selman tehkîm bikin û di vê pêvajoyê de wê li şûna wan karsazên jiçavketî yên nû û bêguman ên nêzîkî text-melik derkevin. Armanca Vizyona 2030î jî bihêzkirina sektora taybet e. Halê hazir li Siûdiyê hêza kar ji sedî 70 a dewletê ye. Ji bo sektorên wek hilberînê biqewet bibin lazim e divê sektora taybet were nepixandin. Tê pêşbînîkirin ku di vê serdema tesîra Bin Selman zêde dibe de aktorên nû û bihêz ên di piştgiriya dewletê de peyda bibin. Lê ji xeynî muteşebbisên ehlî pêwîstiya Siûdiyê bi sermayeya biyanî jî heye. Lewra ji bo guherîna aboriyê dahatên petrolê û qazanca Saudi Aramcoyê bi tenê ne bes in.
Di meha çiriya pêşîn de bi pêşengiya Bin Selman li Riyadê konferansek hatibû lidarxistin û ji temamê dinyayê nêzîkî 3 hezar û 500 siyasetmedar û karsaz civiyabûn. Di vê bernameya ku wek "Davosa Li Çolê" hat binavkirin de îmkanên Siûdiyê yên aborî, projeyên Vizyona 2030î û mega projeyên wek bajarê teknolojiyê NEOMê ku maliyeta wî 500 milyar dolar e hatin rojevê. Di vê konferansê de jî hat dîtin ku eleqeya sermayeya navneteweyî li ser guherîna Siûdiyê pir mezin e. Lê belê geşedanên dawîn qenaeteke baş nedan veberhênerên biyanî.
[Altay Atli doktoraya xwe li Beşa Têkiliyên Navneteweyî û Zanistên Siyasî ya Zanîngeha Bogaziçiyê qedand û li Navenda Polîtîkayê ya Zanîngeha Sabanci ya Stenbolê lêkolîner e]