Bahattin Gönültaş
31 Cotmeh 2021•Rojanekirin: 01 Mijdar 2021
Pêşengên 20 aboriyên herî mezin ê dinyayê (G20) peymana baca asgarî ya kurewî ku Rêxistina Tevkariya Aboriyê û Pêşketinê (OECD) seba şirketên pirnetew amade kiriye, pesend kir.
Li Romayê Civîna Pêşengan a G20î çêbû û Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê Janet Yellen daxuyaniya nivîskî da û diyar kir, li welatên ku şirketên pirnetew ên OECDyê lê hene, ji 2023yan pê va herî kêm wê ji sedî 15 bacê bidin û ji bo vê 136 welan ev bac qebûl kir û pêşengên G20î jî ev peyman pesend kir.
Yellen got, "Ev peyman wê aboriya kurewî seba alema kar û karkerên Amerîkan têxe cihekî wisa ku zêdetir qezenc bikin.
Li gor peymanê şirketên înternetê yên wekî Google, Amazon, Microsoft û Facebookê jî tê da, şirketên kurewî wê ji 2023yan pê va herî kêm ji sedî 15 bacê bidin.