Di Lûtkeya Pêşewayên G20ê de piranî li ser mijara Sûriyê hat sekinîn. Di Lûtkeyê de jî nêrînên dijber yên Rûsya û DYAyê neguherîn.
Di Lûtkeya li St. Petersburgê de Serokê DYAyê Barack Obama ji welatên endamên G20ê di mijara mudaxeleya leşkerî ya li ser Sûriyê de, piştgirî xwest. Obama piştî Lûtkeyê civîna çapemeniyê li dar xist û got ku çiqas diçe di mijara mudaxaleya leşkerî ya li ser Sûriyê de lihevkirin zêde dibe û dest nîşan kir ku divê bertekeke bihêz nîşanê Sûrî bidin.
Digel vê Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn jî bi israr got ku heya biryara Konseya Ewlehiyê ya NYyê nebe, mudaxeleya leşkerî meşrû nîne. Pûtîn got ku heke mudaxeleyeke leşkerî li hember birêvebiriya Beşer Esed bê kirin, dê arîkariya birêvebiriya Esed bikin û got ku em teslîmata çekan dikin, têkiliyên me yên aborî hene.
Tirkiyê jî got ku li gor rewşa niha, heke mudaxeleyeke leşkerî bê kirin jî dê bi opersayoneke hevpar bê kirin.
Serokwezîr Recep Tayîp Erdogan diyar kir ku ji bo niha tu biryarên hevpar ji bo mudaxeleya li ser Sûriyê tunene û wiha axivî: "Li gor rewşa niha ji ber ku tu biryarên Konseya Ewlehiyê ya NYyê tunene, jixwe operasyoneke hevpar nayê kirin. Lê ancax bi hêza koalîsyoneke ku bê avakirin dê operasyoneke hevpar bê kirin. Hêzên koalîsyonê 3 welat dibin an jî 5 welat. Bi Rûsya û Çînê re diyalogên me didomin, dê berdewam jî bikin. Ya ku ew li ser disekinin, bi taybetî jî ya ku Rûsya li ser disekine ev e: Yek belgeyên der barê bikaranîna çekên kîmyewî de, a dudan kî ev çek bi kar anîn? Rûsyayê hê jî qebûl nekiriye ku Beşer Esed ev çek bi kar anîne.
-Di mijara mudaxeleyê de bûn du beş
Obama diyar kir ku piraniya welatên G20ê di mijara ku rejîma Esed çekên kîmyewî bi kar anîne de hemfikir in, Putîn jî got ku di lûtkeyê de welat der barê mudaxeleya leşkerî ya li ser Sûriyê, bûn du kom. Putîn got ku DYA, Tirkiye, Kanada, Fransa, Siûdî Erebîstan û Ingîlistan piştgiriyê didin ku mudaxeleya leşkerî bê kirin. Çîn, Rûsya, Hindistan, Endonezya, Brezîlya, Afrîkaya Başûr û Îtalya jî li dijî mudaxeleyê derketin.
Serokwezîrê Ingîlistanê Davîd Cameron dixwaze ku bertekekê bidin Sûriyê û ji bo vê yekê jî bi parlementoya xwe re şêwirî lê encameke neyinî sitand. Cameron got ku berê jî dizanina ku di Lûtkeya G20î de dê der barê mudaxeleya Sûriyê de li hev nekin, ji ber vê yekê jî xwestin ku mijara arîkariya însanî derxin pêş.
Cameron got ku Ingîlistan dê nebe parçeyekî mudaxeleya leşkerî û diyar kir ku hewldan û nêrînên Obama yên der barê hewcedariya piştgiriya civaka navneteweyî ya ji bo qedexekirina bikaranîna çekên kîmyewî, parve dikim. Serokwezîrê Ingîlistanê diyar kir ku welatê wî di wextê lûtkeyê de nimûneyên xwarin û axê yên di êrîşa 21ê tebaxê de pêşkeş kirin.
- Hollande: Koalîsyon ava dibe"
Fransa ji bo mudaxeleyeke leşkerî ya li ser Sûriyê ya bi DYAyê re heya niha daxwazkar xuya dike û ji ber vê jî balê dikşîne li ser xwe. Serokomarê Fransayê Françoîs Hollande, diyar kir ku ji bo mudaxeleyê li benda rapora ku dê qontrolkerên NYyê di encama xebatên xwe yên li Şamê de amade bike, ne. Hollande got ku heke ji NYyê tu biryar dernekevin, ji bo mudaxeleyê dê ji bo avakirina koalîsyonê hewl bidin.
Çîn jî wekî Rûsyayê li hember mudaxeleyeke leşkerî disekine û israr dike ku rêya çareseriyê di siyasetê de ye. Serokê Dewletê Şî Cînpîng got ku mudaxeleyeke leşkerî ji bo bingeha pirsgirêkê ne çareserî ye. Em dixwazin ku hin welatên diyar car din bifikirin.
Ji hêla din ve serokê DYAyê Obama dê ji bo mudaxeleyê ji xwe re piştgiran bigere. Obama piştî ku ji lûtkeyê vegere dê ji bo ku bikare kongreyê qanî bike, bixebite. Obama dê roja sêşemê jî ji bo ku piştgiriyê bidin, bangî gelê Amerikayê bike.