20 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 21 Cotmeh 2016
MÛSIL
Pêşmergeyên Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) ji bo ku Başîqaya navçeya Mûsilê ji destê rêxistina terorê DEAŞê xilas bikin, dest bi êrîşê kir.
Li gor agahiya nûçegîhanê AAyê yê li herêma pevçûnê ye, pêşmergeyan bi çekên giran ve ji sê aliyan dest bi êrîşê kirin ku Başîqayê ji destê DEAŞê hildin.
Fermandarên pêşmergeyan daxuyandin ku armanca wan ew e ku piştî Başîqayê navçeya Tilkefê jî bi dest bixin.
Navenda Fermandariya Pêşmergeyan a HKIyê di daxuyaniya nivîskî de wiha got: "Hêzên me di çarçoveya xilaskirina Mûsilê de ji bo ku navçeya Başîqayê paşva hildin, ji eniyên Naweran, Tilskof û Başîqayê dest bi êrîşê kirin."
Başîqa 20 kîlomêtro dûrî navenda Mûsilê ye.
Serokwezîrê Iraqê Heyder el-Ebadî roja duşemê daxuyandibû ku operasyona Mûsilê dest pê kir. Piştî vê daxuyaniyê artêşa Iraqê, pêşmerge û hêzên koalîsyonê ya navneteweyî bi hev re dest bi operasyonê kiribûn, li başûrê Mûsilê û başûrê rojhilatê Mûsilê navçeyek û gelek gund ji DEAŞê hatibûn xilaskirin.